top of page

 İmran Atasal 

 QADÊN BÊHNVEDANÊ 

Ji roja ku çêbûme ve li Midyadê dijîm. Midyada ku mazuvaniya ziman, çand û olên cuda dike, wekî bajarê ziman û olan jî tê nasîn. Li Midyadê ya ku di nav qilqala jiyana rojane de hin caran biyaniyê vê cur be curiyê dibim, yek ji mijarên ku herî zêde bala min dikşîne, ew qadin ku mirov ji bo bêhnvedanê diçine wan. Bi taybetî di pêvajoya şewbê de mirovên ku di malê xwe de asê man, ji bo hinekî bêhna xwe berdin çûne nav baxan, bexçeyan, seyrangehan an jî derên din ku bikaribin li wan bi tenê bimînin. Li Midyadê ya ku hinekî piçûke, ev derên bêhnvedanê bi gelemperî qadên nêzîkî bajêr in. 

Midyad her çi qasî hem dereke çolter û hem jî dereke piçûk jî be, yê min jî hin qadên behnvêdanê yên aîde min an jî yên ku ez xwe aîdê wan hîs dikim hene. Li van qadên bêhnvedanê ku, ji bo bi xwe re û bi bêdengiyê re bi tenê bimînim, xwe bidim rapirsiyê, xeyalan bikim diçim wan, demên ku ez aciz dibim ji ber ku bi tiştekî re ne mijulim, ji bo meşê ez berê xwe didim peyarêkan.

Dema ez beşdarî 'Değiş Tokuş' bûm, rojeke dîsa ku ji bo bêhnvedanê li ser peyarêkekê dimeşiyam, pirsa; gelo mirovên ku li bajarên mezin dijîn bo bêhnvedanê an jî bi tenê bimînin, bi kû derê diçin li serê min aliqî. Li gel ku min qet Izmîr nedîtiye jî, bi qasî ku min ji medyaya civakî, ji bernameyên televîzyonê dîtîbû û ji hevalên xwe bihîstibû ku bajarekî mezin û qerebalixe û min hesabkir ku li wê derê stresa jiyana rojane û jiyana karî dê zêdetir be û bi taybetî jî min qadên bêhnvedanê yên mirovên ku di dema şewbê de li malê xwe asê mane meraq kirin. Û bi rêya şirîka min ya projeyê min da dû şopa van mekanan.

Vê pêvajoyê bi awayekî xwezayî hişt ku ez Midyada ku lê çêbûmê û mezin bûme û Izmîra ku min her dixwest biçim bibînim bidim her hevûdu. Li Midyadê nêzîkbûna qadên bêhnvedanê û nifûsa kêm avantajeke mezin dide mirovan, lê li gel ku Izmîr bajarekî mezine jî, dîtina qadên bêhnvedanê yên ku bi plan hatine çêkirin ez şaşwaz kirim. Li gel qadên fireh yên wekî Seyrangeha Aşik Veysel, Kulturpark û Incîraltiyê, di nav bera avahiyan de, seyrangehên piçûk yên ku dar li wan hatine çandin ku mirov yekser dikarin xwe bighînin wan û derfêta ku mirov li Kordonê rûnin û bi saetan li bahrê binêrin, di pêvajoya şewbê ya ku bi carekê re kete nav jiyana me de, piçûk mezin li her bajarî giringiya qadên behvedanê dîsa anîne bîra min.

TÎMA PROJEYÊ: İMRAN ATASAL (MÊRDÎN) & AYŞEGÜL KAYCI (IZMÎR)

bottom of page