top of page

 Aslı IÄŸsız 

 JI NÛJEN VE HIZIRKIRINA LI SER PEVGUHERÎNA NIFÛSÊ YA DI NAVBERA TIRKIYÊ Û YEWNANISTANÊ DE 

​

Pevguherînê nifûsê ya di navbera Tirkiye û Yewnanistan de ku di sala 1923an de pêkhatibû, ji bo pêvajoya piÅŸtî salên 1945an ku polîtîkayên cudakariyê sîstematîze bibûn jî dibe xaleke giring a referansê. Em dikarin polîtîkayên cudakariyê wekî ji hev veqetandina komeke ku hatiye diyarkirin  ya ji hêla mekanî, biyolojîk, civakî ve birêvebirina wê ya bi polîtîkayên cuda ve pênase bikin. Ev pênaseyên bi vî rengî ji aliyekî ve dema bi têgînên wekî ol, etnîsîte, ziman, çand û nijadê têne çêkirin, ji aliyê din ve, rê li ber wê yekê vedike ku, kesên di nav wê komê de hatine diyarkirin werin senifandin. Di destpêka sedsala bîstan de, beÅŸek ji zincîra polîtîkayên ku wekî ‘unmixing’ yanî ‘têkelhevnekirin‘e ew bû ku pevguherîna di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de yanî pevguhertina mirovên ku li gorî pênaseyeke olî tên tesnîfkirin bû. Wê çaxê em dikarin çawa li mîrateya pevguherîna mirovan bihizirin?

          

Wekî tê zanîn bi peymana ku di 30 Çileyê 1923an de li Lozanê hate îmze kirin, bingeha hiqûqî û saziyî ya pevguherîna mirovan pêkanî ku Rûmên Ortodoks yên hemwelatiyên Tirkiyê û li Tirkiyeyê bi cih bûyî û Tirkên Misilman yên hemwelatiyên Yewnanistanê ku li Yewnanistanê bi cihbûyî pev werin guherîn. Li gel Rûmên Ortodoks ku berî sala 1918an li Stenbolê bi cih bibûn, yên li Bozcaadayê (Tenedos) û Gokçeadayê (Imbros) û Misilmanên li Rojavayê Trakyayê bo vê peymanê nehatibin beÅŸdar kirin, herwiha dîsa misilmanên ku li giravên wekî 12 Giravan tên zanîn û wê serdemê mêtingehên Îtalyayê bûn jî, di vê peymanê de nehatibûn beÅŸdar kirin.

   

BaÅŸ e di pêvajoya pevguherîna mirovan (mübadele) de, ku ev têgînin olî, yanî têgînên Rûm Ortodoks û Misilman, ji bo zimanê siyaseta demografîk hatibûn tercûme kirin de, ji bo kesên ku bi van têgînan hatibûn pênasekirin em dikarin çi bibêjin? Wekî ku êdî îro tê zanîn, ne yên ku di encama mubadeleyê de çûbûn Yewnanistanê, ne jî yên ku hatibûne Tirkiyê ne komên homojen bûn. Berovajî vê. Mesela Misilmanên ku ji bo Tirkiyê hatibûn ÅŸandin, di nava xwe de gelek cudahî dihewandin lê ev cudahîya wan, di jêr sîwana misilmantiyê de hatibû nepen kirin. Di nav wan de li gel kesên ku dixwestin werin Tirkiyê hebin, yên ku nedixwestin werin Tirkiyê jî hebûn. Di nava vê koma têkelhev de, em dikarîn hêmanên wekî; yên ji eslên cuda (wekî mîna; Venedîkiyên ku li Girîtê bibûn Misilman, cemaeta Sebatay Sevî / Shabbatî Zvî ku li Selanîkê mecbûr mabûn ola xwe biguherînin û bibûn misilman- ku ew îro jî wekî abal tên pênasekirin, Misilmanên ku ji aliyê Osmaniyan ve hatibûn gihandin û hwd), pratîkên olî (BektaÅŸî, Mewlewî û hwd), ziman (yên ku bi tirkî dizanin, yên ku bi tirkî dizanin lê derblêdaan diaxifin, yên bi tirkî nizanin û tenê bi elenî diaxifin, yên ku zimanê elenî bi devoka Girîtê diaxifin û hwd), çîn û hêmanên niÅŸtecihî yên dera ku li Yewnanistanê ew lê dijîn (wekî mînak, xwarin, muzîk) bihejmêrin. Li gel van hemû cudahîyan em dikarin helwesta siyasî jî (ez vê derveyî netewperestiyê bikartînim) lê zêde bikin. Mirovên di nava koma ku di mubadeleyê de hatiye beÅŸdarkirin û di nava xwe de gelek cudahiya dihewînin, bi awayê ku ev cudahiyên wan neyên dîtin, di jêr sîwana olê de hatine kom kirin û bi tercûmekirina vê senifandina kategorîk ya ji bo zimanê siyaseta demografîk jî ji bo Tirkiyeyê hatine ÅŸandin. Yanî Ii vê derê, em qala pêvajoyeke wisa dikin ku; mirov di ser têgîneke tenê re hatine pênasekirin û tiÅŸtên ku bi îradeya xwe kirine -dema ku bi polîtikaya dewletê re ne li hev be- hatine paÅŸguh kirin.

     

Mesela ne li Tirkiyê ne jî li Yewnanistanê bijarteyeke wekî bi guherandina olê mana li cihê xwe nehatiye diyar kirin. Lê belê, dibe ku hinek mirovan ev bijarte bikarbianiya û bixwestana beÅŸdarî mubadeleyê nebin. Naxwe li vê derê ji olê jî bi wêdetir qodkirineke bedenî heye, lewra ji bo van koman derveyî olê jî hîpotezek heye. Dawiya dawî, binesaziya siyaseta nifûsê bi beÅŸdarkirina girseyeke heterojen ya di yek kategoriyê de û li ser vê bingehê bi avakirina netewê dikevin meriyetê. Yanî bi awayê li vê derê, bi guherandina demografîk ya bi rêya ku neteweyek ji bo cudahiyên olî tê tê diyar kirin û komên heterojên ku di jêr yek kategoriyê de hatine senifandin bi axên neteweyê tên dabeÅŸkirin û bi vî hawî jî endezyariyeke nifûsê te pêkanîn. Helbet ev yek bi mentiqekî dabeÅŸkar tê birêvebirin. Herwiha komeke ev qasî têkelhev çawa çêdibe û bi awayekî unmixing tê pev bestin? Ev yek jî divê were rapirsîn. TiÅŸta em jê re dibêjin unmixing pirseke li ser wê yekê ye ku 'divê kî bi kê re neyê têkelhev kirin'.

     

Helbet ev, ne endezyariyeke nifûsê ya wisa bû ku mirov cih biguherin û ji nûjen ve werin bi cih kirin.lê mubadeleya nifûsê ya sala 1923an, di qada siyaseta navneteweyî de hatiye îmze kirin û ji ber ku pêkhatiye jî tiÅŸtekî yekemîne û ji ber vê yekê jî giring e. Bi taybetî piÅŸtî salên Åžerê Cîhanê yê Duyemîn, di sepandina polîtîkayên cudakariyê de bûye xaleke giring ya referansê. Yek ji sedemên vê yekê jî ewe ku, wê serdemê di qada navneteweyî de polîtîkaya mubadeleyê ya Tirkiyeyê wekî çîrokeke serkeftinê dihate nîÅŸan dan. Wekî encam mubadele, hêmanek girîng e ku di siyaseta nifûsê de mentiqê cihêkariyê nîÅŸan dide.z?

​

Îro mîrateya mubadeleyê, hîn bêtir ji hêla kulturî ve tê axaftin. Ev yek helbet gelekî giring e û yek ji wan hêmanene ku divê neyê ji bîr kirin. Lewra mîrateya kulturî, têgîneke wisa ye ku, malbatên mubadele jiyane ji hêlên cuda ve wê bi bîr tînin, tînin zimên, li serê difikirin xwe pê didin nasîn û ew ji xwe re kirine bîrek. Ev têgîn gelekî giring e, lê divê neyê ji bîr kirin ku ev tenê aliyek ji aliyên mubadeleyê yê ku gihaye îro. Ger em ji vir dest pê bikin, diyardeyên mubadeleyê ku heya îro hatine, ji bilî mîrateya kulturî em dikarin çawa bifikirin?

 

Polîtîkayên cudakariyê ku piÅŸtî ÅŸerê cîhanê yê duyemîn sîstematîze bûn, di vê mijarê de gelek nîÅŸaneyan dihewînin. Wekî mînak, di dawiya Åžerê Cîhanê yê Duyemîn de, hevkariya rêveberiyên herêmî yên li Ewropayê bi Almanyaya Nazî re hîna îro jî têra xwe nayê nîqaÅŸ kirin de, em çi dibînin? Di konjonktureke ku Neteweyê Yekbûyî hat ava kirin de, hesab dîtina bi mentiqa cudakarîyê ku bûye sedema polîtîkayeke nifûsê ya wekî mubadeleyê li aliyekî, bereks, em rastî pêvajoyeke tên ku piÅŸtî Åžerê Cîhanê yê Duyemîn kêmîne wekî gefeke civakî û li hember aÅŸtiya navneteweyî tên dîtin. Wekî ku xebatên nû yên akademîk jî nîÅŸanî me didin, ev pêvajo, pêvajoyeke wisa ye ku; mentiqa cudakarî ya ku Neteweyên Yekbûyî jî beÅŸdarê tê de, li ser navê aÅŸtiyê tê meÅŸrû kirin û dabeÅŸiya demografîk veguheriye endezyariyeke sîstematîze ya gelekî mezin. Peymana Postdamê ya sala 1945an, dersînor kirina Almanên ku li Ewropay Navend û Rojhilatê bibûn, dabeÅŸkirin dabeÅŸbûna demografîk ya Hindistan û Filistînê ya di salên 1947 û 1948an de, koça mecbûrî ya Cihuyên li Rojhilata Navin yên li dewletên erebî ziman ya salên 1950an ya ber bi Îsraîlê ve û li hember vê ÅŸandina Filistîniyan ji bo cihên ew jê hatine û nîqaÅŸên wan wekî mînak dikarin bên hejmartin. Di dema van hemû siyasetên nifûsê de divê em bibêjin ku mubadelya nifûsê ya di navbera Tirkiye û Yewnanistan de wekî xaleke giring ya referansê bû.

 

Di pêvajoya pey Åžerê Cîhanê yê Duyemîn de, em dibînin ku têkelheviya ojenî (eugenics) û qadên demografiyê jî darîçav hatine girtin û dabeÅŸbûna nifûsa ya mekanî û cihgiherîna wê bi awayên cuda hatiye asteng kirin. Wekî mînak; tunekirina komên ku nayên xwestin (undesirable) bêyî ku werin kuÅŸtin û komên ku tên xwestin (desirable) ji devla bi rêya zêdebûna xwezayî ku dirêj diajo, bi rêyeke kurttir, bi veguhastina van koman ya ji bo welatekî din û hejmara wan ya li wê derê zêde kirin, dibe siyasetek û bi awayekî sîstematîk tê meÅŸandin. Helbet ev tiÅŸt ne cara ewilê dibin, lê hem rêjeya wan hem jî sîstematîzasyona wê giring e. Herwiha, em qala serdemek wisa dikin ku Neteweyên Yekbûyî ya ku ji van nîqaÅŸan re platformek ava kiriye wê wekî qeyrana penaberan bi nav dike. Û dîsa helbet, ne qetlîam ne jî qîrkirin xelas dibin. 

​

TiÅŸta dixwazim bêjim ewe ku; li gel ÅŸidetê, mentiqa cudakariyê jî di platformeke lîberal de, endezyariya nifusê û cih guherîna civakî-fizîkî an jî astengkirina wê cih guherînê, di jêr navê ‘aÅŸtiyê’ bi awayekî gelemperî meÅŸrûiyetê bi dest dixe. Herwiha divê ev jî lê were zêde kirin: mentiqa cudakariyê, ne tenê bi mubadele û dersînorkirinê- yanî sirf ne navdewletî, lê di nav welatekî jî de bi xêzkirina sînorên fizîkî û civakî tê pê. Pêwist bike em ji parzemînên din jî mînakan bidin, li Efrîqaya BaÅŸaûr apartheid û diyardeya vê mentiqê ya li DYAyê ‘segregation’ (veqetandina nijadî) em dikarin nîÅŸan bidin.

​

Di encamê de xala ku hemû lê dighine hev; pêvajoyeke ku antropolog, teorîsyenên siyasetê û akademîsyenên ku li ser cih guherînê dixebitin wê wekî biyopolîtîkayê dikin têgîn û yên ku vê biyopolîtîkayê bi awayê dîrokî dikolin jî wê wekî endezyariyê dinirxînin. (Ez hewl didim bîyopolîtikayê, di çarçoveya xebatên xwe de, wekî bîyopolîtikaya cudakar bikim têgîn û wê wekî bedenên ku hatine kategorîzekirin û bi awayê hejmarî li mekanan hatine belav kirin pênase bikim.) Li gel vê yekê divê dîroka demografiyê bi xwe jî, wekî polîtikaya nifûsê ya disîplîneke akademîk were nîqaÅŸ kirin. Lewra demografî ji bilî bikaranîna wê ya wekî hevwateya nifûsê, di biyopolîtîkayê de xwedî kedeke dîrokî û siyasî ye. Di vê çarçoveyê de, dema ku ji hev cuda bê nerxandin, em dikarin hem teybetmendî û guheztinên yekta yên her rewÅŸê biÅŸopînin û hem jî ji wê nimûneyê daneyên pir girîng bi dest bixin. Li hember ve, têrê nake ku meriv tenê ji asta herêmî bi awayekî karîgertir van polîtîkayên ku li ser 'daxwaza civakî' ya ku ji ber polîtîkayên cihêkar yên ku ji hêla kategoriyên ku mirovan di nav çînan de vediqetînin û bi seferberkirina wan kategoriyan ve hatine çêkirin, ku di binyada xwe de cihêkarîya mekan digire ava kirin, bide rapirsiyê. Ji bo vê jî nîqaÅŸên berfireh û têgînî hewce ne.

​

Bi kurtasî, mîrateya ku mubadeleyê li paÅŸ xwe hiÅŸtiye, sirf ne ji aliyê Tirkiyê û Yewnanistan ve lê di heman demê de, di ser mentiqa cudakariya nifûsê ya ku hatiye sepandin re, bi piÅŸtgiriya ku daye sîstematîzekirina ku belavkariya nifûsê ya mekanî û hejmarî jî were fikirîn dê baÅŸtir be. EÅŸkere ye ku ev mîrate ne tenê li ser bingeha tiÅŸtên ku ji hev vediqetîne, di heman demê de li ser kategorîzekirinên ku bi mebesta veqetandinê têne pejirandin û di çarçoweya têgîna 'unmixing' de têra xwe nayên pirsîn jî divê were nîqaÅŸ kirin û hesabê van tiÅŸtan were pirsîn.

​

Bibliography

Sadia Abbas, ’‘Unmixing‘ Political Concepts: A Critical Lexicon’, 2019
Ayhan Aktar, ’Varlık Vergisi ve TürkleÅŸtirme Politikaları’, Ä°letiÅŸim Yayınları, 2000
Ayhan Aktar, ’Nationalism and Non-Muslim Minorities in Turkey 1915-1950’, Transnational Press, 2021
Ayhan Aktar, ’Homogenising the Nation, Turkifying the Economy: The Turkish Experience of the Population Exchange Reconsidered’, ’Crossing the Aegean: An Appraisal of the 1923 Compulsory Population Exchange Between Greece and Turkey’, Renée Hirschon (editör), Berghahn Books, 29-52, 2004 
Kemal Arı, ’Büyük Mübadele’, Tarih Vakfı Yurt Yayınları, 1995
Mark Baer, ’The Double Bind of Race and Religion: The Conversion of the Dönme to Turkish Secular Nationalism’, Comparative Studies in Society & History, 46 (4): 678-712, 2004
Banu Bargu, ’Starve and Immolate: The Politics of Human Weapons’, Columbia University Press, 2016
Rogers Brubaker, ’Aftermaths of Empire and the Unmixing of Peoples: Historical and Comparative Perspectives’, Ethnic and Racial Studies 
Jane Burbank ve Frederick Cooper, ’Empires in World History: Power and the Politics of Difference’, Princeton University Press, 2010
Bruce Clark, ’Twice a Stranger: The Mass Expulsions That Forged Modern Greece and Turkey’, Harvard University Press, 2006
Daria Davitti, ’Biopolitical Borders and the State of Exception in the European Migration ‘Crisis’’, European Journal of International Law, 29(4): 1173-1196, 18 (2): 189-218, 2018
Arie Dubnov ve Laura Robson (editörler), ’Partitions: A Transnational History of Twentieth-Century Territorial Separatism‘, Stanford University Press, 2019
Ariadna Estévez, ’The Politics of Death and Asylum Discourse: Constituting Migration Biopolitics from the Periphery’, Global, Local, Political, 39(2): 75-89, 2014
Didier Fassin, ’The Biopolitics of Otherness: Undocumented Foreigners and Racial Discrimination in French Public Debate’, Anthropology Today 17(1): 3-7, 2001
Didier Fassin, ’Humanitarian Reason. A Moral History of the Present’, University of California Press, 2011
Matthew Frank, ’Fantasies of Ethnic Unmixing: ‘Population Transfer’ and the End of Empire in Europe’, 81-101, ’Refugees and the End of Empire: Imperial Collapse and Forced Migration in the Twentieth Century’, P. Panayi ve P. Virdee (editörler), Palgrave MacMillan, 2011
Susan Greenhalgh, ’The Social Construction of Population Science: An Intellectual, Institutional, and Political History of Twentieth-Century Demography’, Comparative Studies in Society and History, vol. 38, no. 1, pp. 26-66, 1996
Renée Hirschon, ’Crossing the Aegean: An Appraisal of the 1923 Compulsory Population Exchange Between Greece and Turkey’, Berghahn Books, 2004
Dennis Hodgson, ‘The Ideological Origins of the Population Association of America’, Population and Development Review, vol. 17, no. 1, pp. 1-34, 1991
Dennis Hodgson, ‘Demography: History Since 1900’, International Encyclopedia of the Social & Behavioral Sciences, J. D. Wright (editör), Elsevier, 2015 
ÇaÄŸlar Keyder, ‘The Consequences of the Exchange of Populations for Turkey‘, ‘Crossing the Aegean: An Appraisal of the 1923 Compulsory Population Exchange  Between Greece and Turkey‘, Renée Hirschon (editör), Berghahn Books, 79-96, 2004
Artemis Leontis, ‘Topographies of Hellenism: Mapping the Homeland‘, Cornell University Press, 1995
Mark Mazower, ‘No Enchanted Palace: The End of Empire and the Ideological Origins of the United Nations‘, Princeton UP, 2009
Ellinor Morack, ‘The Dowry of the State? The Politics of Abandoned Property and the Population Exchange in Turkey, 1921-1945‘, University of Bamberg, 2017
Roger Nathan-Chapotot, ‘Les Nations Unies et les Réfugiés: Le Maintien de la Paix et le Conflit de Qualifications Entre l’Ouest et l’Est‘, Editions A. Pedone, 1949
Yael Navaro, ‘Affective Spaces, Melancholic Objects: Ruination and the Production of Anthropological Knowledge‘, Journal of the Royal Anthropological Institute, 15: 1-18, 2009
Yael Navaro, ‘The Make-Believe Space: Affective Geography in a Postwar Polity‘, Duke University Press, 2012
Umut Özsu, ‘Formalizing Displacement: International Law and Population Transfers‘, Oxford University Press, 2015
Penelope Papailias, ‘Genres of Recollection: Archival Poetics in Modern Greece‘, Palgrave MacMillan, 2005
Patrick Pinkerton, ‘Governing Potential: Biopolitical Incorporation and the German ‘Open-Door’ Refugee and Migration Policy‘, International Political Sociology, 13(2): 128-144, 2019
Joan Scott, ‘On the Judgment of History‘, Columbia University Press, 2020
Susan Schultz, ‘Reproducing the Nation: The New German Population Policy and the Concept of Demographization‘, Distinktion: Journal of Social Theory, vol. 16, no.3, 337-361, 2015

Miriam Ticktin, ‘Where Ethics and Politics Meet: The Violence of Humanitarianism in France‘, American Ethnologist, 33(1): 33-49, 2006
Onur Yıldırım, ‘Diplomacy and Displacement: Reconsidering the Turco-Greek Exchange of Populations‘, Routledge, 2006

bottom of page