top of page

 Fatma Çelik 

 LÊNERÎNA LI DOJEHÊ 

Meşên me yên ber bi derveyî bajêr ve yên di kolanên teng û têkelhev yên zaroktiya min de digihaştin Hevselê. Xas, rihan, tuzik û gelek giyayên din ku bapîra min bi kîsan dianîn, ji Bexçeyên Hevselê ku hinek jê re dibêjin Bexçeyên Adenê dihatin. Ez bi Adem û Hawayê nizanim lê ji dema ku em çêbûne ve me ‘Efsel’ wekî bihuştê qebûl kiriye….

Gerokên ku rêya wan bi Diyarbekirê ketiye, derbarê şebeşên wê yên sed kîloyî, xoxên bêhempa yên xîzê û firîna bi sedan cureyên çiwîkan de nivîs nivîsîne. Hinek şairan jî ava ‘heram’ ya bajêrî ku diherike Hevselê: “Min xwe avêt ava heram, min da hev foteya mantîn, bo mirazê min bibe min semaxa her derdî kir.”

Ez pê nizanim ka ava diherike Hevselê heram e an na, an jî ka miraza kesên ku xwe diavêjin ava heram. Lê ez dizanim ku wekî berê li Hevselê bexçeyên cur be cur tune ne û kesên ku li wê derê bexçevanî dikirin piştî şerê 2015-2016an ji cihên wan hatine derxistin. Lê dîsa jî Hevsel bi bereketa xwe li wir dimîne.

Di demên ewil de, bi sûda ku min ji Hevselê wergirtibû, di pêvajoya şewbê de min xwest bidim dû şopa Bexçeyên Bihuştê yên Izmîrê û bi rêya Merve ya şirîka min a projeyê re biçim wan deran. Lê dema ku li wan bexçeyan digeriyam, bi tingê bermahiyên radyoaktîf yên li Taxa Emreza Gazîemirê hesiyam û vê yekê dîsa anî bîra min ku ji devla bihuştê ve, em ber bi dojehê ve dehf dane.

Ji Hevselê nerîna li Gazîemirê, wekî ku ji bihuşteke ku nayê zanîn bi destê kê hatiye çêkirin, tu li dojeheke binêrî ku tê zanîn bi destê mirovan hatiye çêkirin. Wekî qêrina Omer Heyamî ku digot “bihuşt jî bi te re ye, dojeh jî”.

   

Dîroka her du yan jî bi temamî nayê zanîn. Em nizanin dara pêşî kê li Hevselê çandiye. Herwiha bê ka çawa bermahîya ewil hatiye Gazîemirê jî. Li Tirkiyê santrala nukleerî tuneye, anîna bujenên radyoaktîf qedexeye, lê kê çawa û çima anî? Bersiveke van ya bi temamî nîne. Ka li wir çi qas radyasyon heye û karîgeriyeke çawa li giyanewerên wê deverê dike jî bi temamî nayê zanîn.

Tenê tişta em dizanin ewe ku; li nîvê Taxa Emrezê dûyê reşî ku car bi caran hildikişe jor û bêhna genî ya ku êvaran zêdetir dibe ye. Em dibihîzin ku li taxê nexweşiya pençeşêrê û anomalî zêdetir dibin. Em dibihîzin ku ji rêjeya radyosyana ji bo mirovekî asayî bi 7 hezar û 219 qatan zêdetir rêjeya radyasyonê hatiye pîvan. Lê em nizanin ka çima pîvaneke bi temamî û lêkolîneke baş nayê kirin.

Bi ser vê qirêjiya radyasyonê de, qirêjiya agahîyan jî zêde bûye. Bo em vê cot qirêjiyê şîrovê bikin, min hewl da ku fotografên rojane yên ku Merve girtine û manşetên rojnameyan yên derbarê vî tingî de û nûçeyên ku hatine weşandin bînim gel hev. Min sêwirînên rojnameyan parastin û  kûpurên xwe yên nûçeyan çêkirin. 

 

Dar xwe bi axê ve negrin jî, niştecihên taxê li wir dijîn, şivan keriyên xwe diçêrînin, mirîşk axê dikolin, jinik giya didin hev, zarok lîstîkan dilîzin û av bi berdewamî diherike.

 

Dante dîsa diqîre:

"Hey lanetiyên ku li vî cihê

Vegotina wî zehmet e

Xwezî hûn mî û bizin bûna"
(Komedyaya Îlahî, Dojeh, Kantoya 32., Rêzika 13.)

Lihevanîna manşet û nûçeyan:
İzmir’in orta yerinde radyoaktif atık (Li nîvê Izmîrê bermahiyên radyoaktîf): Sözcü, 14 Hezîran 2021 
Tehlike büyüyor (Xetere mezin dibe): Cumhuriyet, 26 Gulan 2021
Radyasyon kirliliğine bilgi kirliliği karışıyor (Qirêjiya agahiyan têkelî qirêjiya radyoaktîf dibe): Ji roportajên Merve Güçlütürkê
Gaziemir’deki artan kanser vakalarının nedeni Europium 152 mi? (Sedema zêdebûna nexweşiya pençeşêra ya li Gazîemirê Europium 152ê?): DHA, 6 Çile 2021
Çözüm toprakla örtmek mi? (Çareserî nuxamtina bi axê ye?): DHA, Yeniçağ, 6 Çile 20211 
Nükleer atık zehir saçıyor (Bermahiya nukleerî jehrê belav dike): Cumhuriyet, 25 Gulan 20211
7 bin 219 kat radyasyon! (7 hezar 219 qat zêdetir radyasyon!): Sözcü, 14 Hezîran 2021
‘Kapsamlı bir inceleme yapılmalı’ (‘Divê lêkolîneke berfireh were kirin!‘): Ji roportajên Merve Güçlütürkê
11 dakikalık ‘Duran Adam’ eylemi (Çalakiye ‘Zilamê ku Disekine’ ya 1 deqîqeyî): Şaredariya Gaziemir, 24 Tebax 2021

TÎMA PROJEYÊ: FATMA ÇELİK (DIYARBEKIR) & MERVE GÜÇLÜTÜRK (IZMÎR) SÊWIRÎNERIYA ROJNAMEYAN: SERDAR DARENDELILER

bottom of page