top of page

 Eyhan Çelik 

 KOZMOS 

Pirsa “Xanî çi ye” ku di xebatên xwe yên berî niha de, bêyî ku em hay ji hev hebin, min û Aylîn a şirîka xwe ya projeyê, me ji xwe dipirsî, vê carê di çarçoveya ‘Değiş Tokuşê’ de me ji hevûdu pirsî. Morrisey di straneke xwe de dema dipirse; “Xanî, peyveke an na tişteke ku tu di dilê xwe de vedişêrê ye?” (*) bêguman xanî wekî cihekî derveyî dîwarên ku me li pey xwe hiştine şîrove dike û balê dikşîne ser tiştên ku em di dilê xwe de vediguhêzin. Heman wekî têkiliya ku me bi zimanê zikmakî û têgîna xanî ve daniye. Di erdnîgariya kurdan de ku ji ber fêrbûnên çandî, xanî wekî karakterên zindî tên dîtin, xanî; hem mekanê hevpariya sûc hem jî yê şahidiyê ye. Baş e xanî dema ji bo me qadeke bi ewlehî be, çawa dikare veguhere dereke xeternak.

Pêvajoya ku me em ev di nav xwe de nîqaş dikir û tecrûbeyên xwe bi hev diguherîn, bi têkiliya ku me di nava sînorên zimên û sînorên xanî de datanî ku dişibiya hevûdu hîn kurtir bû. Hatina min a dinê ya li xaniyekî pirziman, di temenê piçûk de veqetîna ji dayîkê û li Izmîrê xwe dîtina di nav ziman û çandeke biyanî de, bingeha wateya xanî ya li cem min pêk tînin. Zarokatiya min bû welatê bêwarî û bêwelatiyê, ji ber ku demên navbera wan nediyar de ez ji bo Kaniya Xezalan dihatim şandin û paşê ji wir jî careke din li Izmirê dihatim vegerandin. Hinekî ji ber vê sedemê, bi meraqa min ya li ser wê yekê bê ka ji bo Koçerên Qerecdaxê Xanî çi ye, min ji Aylîn xwest ku fotografên koçerên Qerecdaxê bikşîne. Di zaroktiya min de ji ber ku têkiliya min ya bi xanî re girêdaneke aîdiyetê nedihewand, xanî ji bo min ne tu dever bû, lê ji bo koçeran xanî her dever bûn, wateya xanî tevî kosmosa ku ew di navê de ne dibe yek. Ev her du sêwirînên xanî yên berovajî hev,  ji bo min vediguherin dualîteyekê ku bi bêcihî û bêwariyê ve digihine hevûdu. Di vê çarçoveyê de dîmena xanî, di zimanê fotografên ku Aylin kişandine de, hişt ku ew kadraja xwe veguherîne espaseke berfireh. Û di dawiyê de, pêşwazîkirina xanîyan ya li her devera ku ew diçinê, hêmaya xanî ya welatê zaroktiya min kemiland.

(*) “Home, is it just a word? Or is it something you carry within you?” (”Xanî, peyveke an na tişteke ku tu di dilê xwe de vedişêrê ye?”, Ji strana ‘Home is a question mark’)

TÎMA PROJEYÊ: EYHAN ÇELİK (IZMÎR) & AYLÎN KIZIL (DIYARBEKIR)

bottom of page