top of page

 Aslıhan Güçlü & Mehmet Ali Kılıç 

 VEBÊJEYÊN KLÎŞE YÊN BAJÊR 

Ev xebata xwe me di dema ku ji ber şewbeke gerdûnî ger û geşt gelekî zehmet bibûn de pêkanî. Xebat berê xwe dide klîşeyên bajarên Izmîr û Şanliurfayê ku ew bi pirçandî û dîroka xwe tên nasîn. Projeya me, dema me qala bajarên xwe yên ku em ne li wan bûn, ji hev re dikir, bi têgihiştina me ya ku em her qala klîşeyên diyar dikin têşe girt. Ji aliyekî ve em balê dikşînin guherînên polîtîk, çandî û fizîkî yên bajêr ku bi polîtîkayeke bi zanebûn her tim bal ji bo dîrok û pirçandiya wê tê kişandin, ji aliyê  din ve jî dike armanc ku ka geştûguzarî ya ku ji aliyekî ve daneyeke aboriyê ye jî di vê guherînê de xwedî erkeke çawa ye.

Guherandina imaj û îkonên çandî yên taybetî Izmîr û Ûrfayê ji bo hêmanên ku bûne klîşê û danasîna bajêr ya bi temamî di ser van klîşeyan re, bingeha projeya me pêk tîne. Dema Izmîr tê gotin ewilê, boyoz, soguş, Kordon, asansor, mîrateya arkeolojîk û nirxên komara hevdem tên bîra mirov. Dema ku qala Ûrfayê jî tê kirin, ecîn, kebabê baanê reş, şerpeyê xemrî, Gola Masîyan, mekanên olî an jî wekî van demê dawî Girê Mirazan tê bîra mirov. Ev tişt hemû wekî encamê feraseteke ku bi awayekî bi zanebûn tenê estetîze kirin derdikevine pêşberî me. Ji ber ku pirçandî ya postmodernîst, ku tê de cudahiyên bingehîn ên di navbera komên civakî, etnîkî an çandî de bêwate dibin, berhem an mekanên gerdûnî yên bajaran vediguherîne markayên guncav ji bo kirrûbirrê, di heman demê de veguherîna çandî dibe xizmeta berjewendî û armancên taybetî yên kapîtalîzmê.

Me jî ji vê xalê dest pê kir û me xebata xwe bi giranî li cihên populer ên turîstîk û sembolîk ên ku herî zêde veguherîna çandî li wan tê dîtin, cihên wek Kemeraltî, Meydana Konakê, Kulturpark, Alsancak û Karataşa Izmîrê û Gola Masiyan, Îpekyolu, Baxlarbaşi, Qada Haşimiye û Haleplibahçeya Ûrfayê pêkanî û di vê xebatê deme hewl da ku; dema têgihîştina estetîk a ku îkonan, xwarin û vexwarina herêmî, sembolên bajêr, bîranîn û tevgerên geştiyariyê dixe qalibekî de ji aliyekî ve em dubare bikin lê ji aliyê din ve  zimanekî rexnegir nêzikî wê bibin.

TÎMA PROJEYÊ: ASLIHAN GÜÇLÜ (IZMÎR) & MEHMET ALİ KILIÇ (ÛRFA)

bottom of page