top of page

 Refik Akyüz & Serdar Darendeliler 

 DERBARÊ ‘DEĞİŞ TOKUÅž’ DE 

​

‘DeÄŸiÅŸ TokuÅŸ’ (pevguherîn) bi fikrê ku fotogarafkêÅŸên ji ber pêvajoya ÅŸewbê ya ku ji mehên ewil yên sala 2020an ve em tê de dijîn zêde nikarin seyahatê bikin, ji bo ku li bajarê cuda kar bikin û piÅŸtgiriya hevûdu bikin derkete holê. Li ser banga aÅŸkere ya ‘DeÄŸiÅŸ TokuÅŸê’ ya ji bo bajarên ku Ji bo Çandê Qad (Kültür için Alan) lê çalakiyan dike û bajarên derdorê, ji nav serîlêdanên ku hatin kirin de, di asta ewil de 20 beÅŸdar, piÅŸtî civînên hevnasînê û danustendina fikrên hev, bi awayê cotî pêÅŸniyarên projeyan kirin. Ji nav van pêÅŸniyaran, 6 tîm yanî 12 hunermendên ku ji Izmîr, Diyarbekir, Mêrdîn û Urfayê, bo asta duyem hatin hilbijartin, projeyên hevûdu hilberandin. Bi hevkariya Lütfü Ä°rdemê li Diyarbekirê, GAPO yê li Stenbolê û No 238 li Izmîrê û piÅŸtgiriya Ji bo Çandê Qad, ‘DeÄŸiÅŸ TokuÅŸ’ di navbera mehên Gulan-Sermawezê yên sala 2021ê de pêk hat. 

​

Her çi qasî di cîhana fotografkêÅŸiyê de cot/tîmên wekî Pierre et Gilles, Broomberg & Chanarin, Luke & Nik, Pascual + Vincent, Bernd & Hilla Becher, AES+F hebin ku bi hev re xebitînê û hilberîn kirine û îmzeyê hevpar li bin karê xwe xêz kirine jî, fotograf ÅŸaxekî hunerê yê hinekî takekesî ye. Wekî mînak di warê sînemayê ku ximzekî nêz yê fotografiyê ye de, qala hilberîneke kolektîf were kirin, qala cudabûna wezîfeyên wekî berhemhênar, derhêner, derhênerê dîmenê, û kameraman were kirin jî, beÅŸeke mezin ya fotografkêÅŸan, ji bilî kêÅŸanên edîtoryal an yên reklamê, ji bo ku projeyên xwe hilberînin, ji asta plankirinê heya bi kêÅŸanan, hema bêje hemû wezîfeyan, ew bi xwe dikin. Helbet îstisnayên vê rewÅŸê jî henê yên wekî Gregory Crewdson, ku nêzîktêdayina wekî ya derhênerekî û sînematîk bo fotograf bi pêÅŸxistiyê û bi tîmên mezin re ku herkesî wezîfeyeke wan heye û di setên ku wan ava kirine de hilberîn pêkanînê. Crewdson fotografkêÅŸêkî wisa ye ku difikire, ya giring hêma bi xwe ye, wî mijarên teknîk ji wan tîman re hiÅŸtine ku ew wan bi rêve dibê û ew dikeve pey çêkirina dîmenê de, heta di hin hevpeyvînên xwe de, gotiye ku ew bi xwe hez ji girtina kamerayê jî nake. Em dîsa jî bi bîr bixin ku îstîsna qaîdeyan têk nabin. Ger em bêjin ku mirov fikrê xwe, bidê dest û çavên hin kesên din, nexasme yên li dûr û razî were ku ev fikir ji aliyê wan kesan ve were pêkanîn, ne rêbazeke xebatê ya wisa ye ku fotografkêÅŸ gelekî bikartînin û fêrî bûnê ye, dê ne xelet be.

​

Li cîhanê di serdemên ewil yên ÅŸewbê de, dema ku hemû firîn hema bêje bi temamî sekinîbûn û ger û geÅŸt bi rastî jî hatibûn sînordar kirin, fotografkêÅŸan ji bo karên edîtoryal ku girtibûn bikin û vê rewÅŸa sînordarî ku her kes hatibû girtin di derekê de belge bikin, çareseriyên afirîner derxistin holê. Li gel kesên ku di ser FaceTime an jî Zoomê re, mirovên li derê ku nikarin biçinê – bi ser de ku ew ne fotografkêÅŸ bûn jî- bi awayekî baÅŸ agahdar kirin û kêÅŸanên xwe bi wan dane kirin hebin,yên ku bi kuryeyan re kamerayên xwe ÅŸandin û edilînên pêwist ji dûr ve kirin û di malên mirovan de fotografên wan kiÅŸandin jî hebûn. Wekî mînak, Devin Oktar Yalkın, ji bo The New York Timesê ji mala xwe ya li New Jerseyê, di ser FaceTimeyê re zarokên wî agahdar kirin û li mala Matthew McConaughey fotorafên wî bi zarokên wî dane kiÅŸandin. Hûn dikarin ji vê derê xwe bighînin nivîsa Yalkin ya derbarê vê ezmûna wî de û ji vir jî xwe bighînin fotografan. Hûn dikarin ji vir jî xwe bighînin ezmûnên Annie Trittê ku bi heman awayî, portreyên kesên ku serbixwe an jî bi kontrat dixebitin yên ku ji ber ÅŸewbê ji hêla aborî ve herî zêdê karîgeriyeke xerab li wan bûyî, bêyî ku ji daîreya xwe ya li Brooklynê derkeve, bi sepana Photo Timer kêÅŸandibûn. Ji vir jî hûn dikarin paÅŸxaneya kêÅŸanên ku Nick Knightê fotografkêÅŸê navdar yê modayê ji bo British Voguê bi rêya Zoomê kêÅŸandibûn bixwînin. Mînaka dawîn jî bila ji van deran be. FotografkêÅŸê gênc Emîn Berk, di demên ewil yên ÅŸewbê de, bi kuryeyan re ekîpmanên xwe ÅŸandibûn malê kesên ku ku werzîÅŸa laÅŸ geÅŸepêdanê dikin û berê ew li derên vekirî kêÅŸandibûn û bi rêya ji dûr ve gihaÅŸtinê li malên wan jiyana wan ya rojane bi fotografan bi dîmen kiribû. Ji vir hûn dikarin li fotografan û vîdeoya kurt bê ka Berk çawa ev kêÅŸan pêkanîne temaÅŸe bikin.

​

‘DeÄŸiÅŸ TokuÅŸ a’ ku sûda xwe ji van tevan digre û ji pirsa ‘Gelo astengiyên ku nayên xwestin yên bi ÅŸewbê re hatin û temasa ferazî ku li ber ekranan zêdetir bûye, dikare derî li ber pevguherîneke ji dûr ve bo hilberîneke kolektif û hunerî, yanî ji hêla fikrî hunerî û behremendiyî vekeve?’, bi easî wekî projeyeke ku bingeha wê hilberîn be xuya bike jî, di heman demê wekî lêkolîneke li ser wê yekê ye ku, bê ka fikrê ku fotografkêÅŸ, li bajarên hevûdu, ji devla hevûdu ve kar hilberînin, çi qasî dikare were sepandin. 12 hunermandan, ji aliyekî ve li bajarên xwe ji bo ÅŸirîkên xwe yên projeyê fotograf kêÅŸandin, ji aliyê din ve, ew bûn edîtorên projeyên fotografan ku li bajarekî din ku ew qet neçûnê de ji bo wan hatine kêÅŸandin. Ev bû pêwajoyeke wisa ku rê li ber diyalogê, parvekirinê, hevkariyê vekir û ya herî giring jî hiÅŸt ku mirov ji egoyên xwe bi dûr bikevin. Li xala ku em hatinê de, ji pirsa bê ka muelifê fotografan kî ye zêdetir, ew yek giringtir bû ku, ka sînorên hilberîna kolektif çi qasî tên berfirehkirin û hunermend çi qasî li projeyên hevûdu xwedî derdikevin û dixwazin wan bisepînin û ev yek jî bû tiÅŸta diyarker. Di nav tîmên projeyê de, li gel kesên ku li ser heman fikrê/mijarê li hevûdu kirin û ji bo hev li bajarên xwe sepandin hebin jî, kesên ku ji heman mijaran sûd wergirtin û du projeyên ji hev cuda, ji bo hev hilberandin jî derketin.

​

Yek ji tîmên ku projeyeke tenê pêkanîn, Nilay UluÄŸ a ji Izmîrê û Åževda TuÄŸrul a ji Diyarbekirê, wekî du hunermendan, ne hevûdu ne jî bajarên ku hevûdu ku ew lê dijîn nedîtibûn, pêvajoyeke wisa jiyan ku, karê wan yê li ser bajarên ku ew lê çêbûne û mezin bûne ye, veguherê pêvajoyeke ku ew hevûdu nas bikin. Ev pêvajoya hevnasînê ku veguherî rewÅŸeke ji hev ra name ÅŸandinê, veguherî xebateke taybet ku ew rûtinên di jiyana xwe de, qadên li bajarên wan yên ji bo wan taybet û hin tiÅŸtên derbarê raboriya xwe de bi hev ra parvebikin. Di encamê de jî ‘XoÅŸewîst Nîlay, XoÅŸewîst Åževda’ derket holê.

​

Du hunermendên ku ji qada wênesaziyê tên, Aynur TıkıroÄŸlu ya ji Izmîrê û Hicret Ayaz Ä°pek a ji Mêrdînê, li ser qadên limînal yên li bajare xwe, ku mirov xwe li wan rahet hîs nakin û wekî qadên derbasêkê jî dikarin werin pênasekirin xebitîn û ji bo hev ÅŸopa van qadan ajotin. Mînakên van qadan ku ji peyva ‘lîmen’ ya Latînî te, li Izmîrê, Gara Trênê ya Basmaneyê, li Mêrdînê jî abbara bûn. Her du hunermendan li gor ÅŸêweya xwe mudaxaleyî fotografên ku kiÅŸandine kirin û ew ÅŸîrove kriin û ‘Qada Limînal’ hilberandin.

​

Ekîba dawî ya ku li derdora heman mijarê xebitî, Aslıhan Güçlü ya ji Izmîrê û Mehmet Ali Kılıçê ji Ûrfa, berê xwe dane klîÅŸeyên bajarên xwe ku bajarên her du yan jî bajarên geÅŸtûguzariyê ne û bi dewlemendiyên xwe yên çandî û dîrokî tên nasîn. Her du yan dema qala bajarên xwe ji hevûdu re dikirin ferq kirin ku ew her du jî li se rklîÅŸeyan disekinin û bi vî hawî ‘Vebejeyên Bajêr yên KlîÅŸe’ têÅŸe girt. Ew bizimanekî rexneyî nêzî wê yekê dibin ku, di qada heyî ya hilberîn û xerckirinê ya bilez de, taybetiyên bajêr û mekanên wî yên ku derdikevin pêÅŸ vediguherin foneke geÅŸtûguzariyê û ji bo vê yekê jî wan ev klîÅŸe bi awayekî bi zanebûn dîsa dubare kirin.

​

Yek ji tîmên ewil yên ‘DeÄŸiÅŸ TokuÅŸê’ ku du projeyên cuda çêkirin; Fatma Çelik a ji Diyarbekirê û Merve Güçlütürk a ji Izmîrê ne. Di serê ewil de, tîmê bi meraqa hevpar, berê xwe dane têgîna BihuÅŸtê ku sûda xwe ji Bexçeyên Hevselê ku ji serdemên qedîm ve, wekî Bexçeyê BihuÅŸtê tê zanîn girtibû. Tîmê dema li beramberê Bexçeyên Hevselê yê li Izmîrê digeriyan, rastî tingê nukleerî yêli Gazîemirê hatin û du karên ku di ser dijberiya bihuÅŸt û dojehê ve bi pêÅŸ dikeve hilberandin. ‘BihuÅŸta Ser Rûyê Erdê’ ku hezar û yek tonê ÅŸînkahiyê bi dîmebariyeke çîrokî vediguhêze, û ‘Lênerîna li Dojehê’ ya ku qirêjiya radyoaktîf û qirêjiiya agahiyan bi nûçe û mentiqa rojnameyan derpêÅŸ dike.

​

Tîma ku AyÅŸegül Kaycı ya ji Izmîrê û Ä°mran Atasal a ji Midyada bi ser Mêrdînê ve pêkanîn jî, di ‘Qadên Bêhnvedanê’ de, li Izmîrê ÅŸopa qadên bêhnvedanê ku bi taybetî dema di ÅŸewbê de mirov di malê xwe de asê mabûn diçûne wan ajotin. Di ‘Bîra Dîwaran’ de jî li navenda Midyada ku bi pir etnîsîteyî û pir çandiya xwe derdikevê û li gundên wê, li ser dîwarên mal û dikanan ku mirov wan ji mirovên din re aÅŸkere dikin, çi tiÅŸtan, fotografan, wêneyan an jî tiÅŸtên din yên ji bo wan giring, dadiliqînin û pêÅŸandana wan dikin, hatin belgekirin.

​

Tîma dawî ya ‘DeÄŸiÅŸ TokuÅŸê’ Aylin Kızıl a ji Diyarbekirê û Eyhan Çelik a ji Izmîrê, ji pirsa ‘mal çi ye’ dest pê kirin û du projeyên cuda derxistin holê. Aylin di ‘TiÅŸtên di qorziya me ya cîhanê de kombûne’ de, di paralela jiyana koçeriyê ku heya îro wê gelek caran fotografê wê kêÅŸandine de,jinên kurd yên ku Koçî Izmîrê kirine, bi rêya ÅŸirîka wê ya projeyê Eyhan, li derên ku ji wan re dibin temsîla malê bi awayê portre hatine fotograf kirin. Eyhan jî di ‘Kozmos’ê de bi navbeynkariya ÅŸirîka xwe ya projeyê Eyhan, ji ber ku di zaroktiyê de têkiliya wê ya bi malê re, girêdaneke aîdiyetê nedihewand, li ser rewÅŸên yekbûna koçerên Qerecedaxê ya bi Kozmosê re sekinî.

​

Di çarçoveya ‘DeÄŸiÅŸ TokuÅŸê’ de ku hemû çalakiyên wê bi awayekî online pêkhatin de, li gel daniÅŸînin edîtorî/mentoriyê ku yek bi yek bi hunermendan re hatin meÅŸandin, ‘Axaftinên DeÄŸiÅŸ TokuÅŸ’ê yên ku ji beÅŸdariya herkesî re vekirîbûn hatin li darxistin û herwiha ‘Semînerên DeÄŸiÅŸ TokuÅŸ’ê ku tenê ji bo hunermendên beÅŸdar bûn hatin pêkanîn. Di dema ‘Takeoverên Înstagramê’ ku dikirin armanc hesabê înstagramê yê projeyê jî veguherînin qada pêÅŸangehê û bi ÅŸopîneran re têkiliyekê nêzîktir deynin de, tîmên projeyê, ku her yekî du rojan hesab bi rêve dibir, di wan rojan de, fotografên xwe yên ku beÅŸdarî vê hilbijartinê nebûne parvedikirin û ji aliyekî ve jî, ji fotografiyê heya bi edebiyatê, sînema û muzîkê çavkaniyên îlhamê yên projeyên xwe parvedikirin. Li gel van hemû tiÅŸtan ji her karê ku hatiye hilberîn fotografek, di seteke kartpostalan ku ji hêla fizîkî ve jî pevguherînê destnîÅŸan dikî de hatin kom kirin û di serî de li bajarên projeyê, li înîsayatîf, kolektîf û pêkhateyên hunerê yên li bajarên cuda re hatin ÅŸandin.

​

​

Koordînatorên Projeyê: Refik Akyüz & Serdar Darendeliler [GAPO], Lütfü Ä°rdem, Sinan Kılıç [No 238]

Hunermend: Nilay UluÄŸ & Åževda TuÄŸrul, AyÅŸegül Kaycı & Ä°mran Atasal, Fatma Çelik & Merve Güçlütürk, Aynur TıkıroÄŸlu & Hicret Ayaz Ä°pek, Aylin Kızıl & Eyhan Çelik, Aslıhan Güçlü & Mehmet Ali Kılıç

Edîtor: Refik Akyüz & Serdar Darendeliler

Axaftvan û Nivîskar: Meltem ÅžendaÄŸ, Aslı IÄŸsız, Eda YiÄŸit, Elif Demirkaya, Ä°pek Çınar

PêÅŸkêÅŸvanên Semîneran: Saliha Yavuz, Cemre YeÅŸil, Sinem DiÅŸli

Sêwirandin: Serdar Darendeliler

Wergerên Tirkî-Ingilîzî: Deniz Ä°nal Tirkî-Kurdî (Kurmancî): Rêbîn Özmen

Têkelî: gapo@gapo.org

bottom of page