top of page

 Aylin Kızıl 

 TIŞTÊN DI QORZIYA ME YA CÎHANÊ DE KOMBÛNE 

Mal, mekanekî hem madî hem jî hatiye xeyal kirin e. Bi aliyekî xwe, sembola nizam û ewlehiyê ye, bi aliyê din, hem mekanê cihana xeyalan û jêrşiurê ye hem jî hêmaya wan e. Di vê wateyê de, ew ne tenê hebûneke fizîkî û dîtbarî ye, di heman demê de hebûneke hestî û bedenî ye. Wekî ku Doreen Masseya ku di warên erdnîgariya femînîst û erdnîgariya çandî de lêkolînan dike aniye ziman “îro li vê derê tişta em jê re dibêjin “mal”, ew cihe ku tiştên heta niha me jiyana û çîrokên me lê kom bûne.” (*) Bi heman awayî mekanên ku em îro di wan de distrin, ew cih in ku bi çîrokên yên ku berî meli wê derê stirî ne jiyana xwe berdewam dikin.

Di jiyana min pê de veqetînên ji malê ji bo min her bi kovan bûn. Rûhê her mekanên ku di demên cuda de ez hembez kiribûm, di bîranînan de kom bûn. Piştî ku min dayika xwe ji dest kir, ez bêtir têgihiştim ka karîgeriya feraseta dayika min çi qasî di vê girêdana dostanî ya min a bi malê re heye. Mala ku di navbera deng, reng, ziman, laş, bîhn û alavan de cih diguhert, bi kesên ku di şevekê de neçar man bar bikin re, kete rewşeke qelstir, bêcih û bêwar û nenas de. Nasnameyên malan, ji aliyekî ve wateyên nû pêkanîn ji aliyekî ve jî nasname bi malê re ji nûjen ve diruv girt. Mal, dema nasname dianin pê, ji aliyên nasnameyan ve jî hate pê û berfirehtir bû.

Heya îro bi meraq min fotografên vê rewşa koçeriyê girtin. Fotograf, rêyek ji min re vekir, ku bi mirovan em hev nas bikin, ez xwe nas bikim, carinan jî bû rêyek. Di vê projeyê de, bi heman awayî min xwest xwe bighînim jinên ku bi awayekî koçerî jiyane. Şirîka min ya projeyê Eyhan, ji bo min, li taxa ku malbata wê lê dijî, pirsa “mal çi ye?” ji jinên kurd yên ku heman wekî wê koçî Izmirê kiribûn pirsî. Li ser hestên wan yên ku di xeyalkirina malê de bikardianin, hîs, atmosfer, têgîn, şop, hêma û mekanan sekinî. Ji wan xwest ku, mal ji bo wan tê çi wateyê bila ew xwe di nav wê de bi cih bikin û ji bo her yekê ji wan, li eksa malê ya di zimanê fotografiyê de geriya. Dawiya dawî “di qorziya me ya li cîhanê de”li “gerdûna me ya ewil de” (**) tiştên di wan malan de kom bibûn, wekî hêmayeke ku niha peyva xwe nedîtibe di fotografan de derket holê.

(*) Doreen Massey, ‘Space, Place and Gender’, University of Minnesota Press, 1994
(**) “Lewra mal qorziya me ya li cîhanê ye. Wekî ku gelek caran tê gotin ew gerdûna me ya ewil e.', Gaston Bachelard, ‘Mekânın Poetikası’, İthaki Yayınları, 2020

TÎMA PROJEYÊ: AYLİN KIZIL (DIYARBEKIR) & EYHAN ÇELİK (IZMÎR)

bottom of page